Peyman Viyan: Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jinan bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan pêşengtiyek mezin kirin.
Viyan diyar kir wê sedsala 21. bibe sedsala şoreşa jinê û bidawîbûna rejîma Îranê ya ku li dijî jin û dijî hebûna civakê ye.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan derbarê girîngiya rol û pêşentiya jinan a di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxandin kir.

Viyan destpêkê behsa rojbûna rêber APO ku di heman demê de salvegera 17’emîn ya damezrandina PJAK’ê kir anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, di heman demê de rojbûna Kurdê azade û roja vejîna gelekî ye û got:

Peyman da zanîn ku 4’ê Nîsanê heman demê salvegera 17’emîn damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kudistanê (PJAK) ye û wiha nirxand:

Peyman Viyan: Bi derketina Rêber Apo re, zindîbûn û hêviyek nû li rojhilatê Kurdistanê çêbû

Bi derketina Rêber Apo re zindîbûn û hêviyek nû li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, bêguman bi damezrandina PJAK’ê re jî êdî rêxistinbûnek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.

Peyman behsa rola jinê di PJAK’ê de kir û ev tişt got:

“Jin beşek bingehîn a PJAK’ê ye. Çawa ku yek ji lingê bingehînê paradîgmaya Rêber Apo jin e, PJAK’ê jî xwe li ser wan esasan bi rêxistinkirin. Yek ji gavên ku PJAK’ê avêtî şkandina wê hişmendiya ku sîstem li ser civakê ferz dike bû.

Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan herî dawî anî ziman ku bi avakirina PJAK û rêxistinkirina jinan re êdî jinên Fars, Azer û ji neteweyên din tevlî vê tevgerê bûn û vê tevgerê wek rizgariya xwe dibînin.

 

Back to top button