Tirkiye..Amîralên rejîma AKP’ê hişyar kirîn, hatin binçavkirin

Piştî ku derbarê 104 amîralên teqawîd ên Danezana Montroyê weşandibûn de lêpirsîn hat destpêkirin, serê sibê çend kes ji wan hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê amîralên teqawîd ên Danezana Montroyê weşandibûn de lêpirsîn da destpêkirin û biryara binçavkirina wan da.

Polîsan serê sibê saet di 06.00’an de dest bi binçavkirina amîralan kir.

Hat diyarkirin ku di pêngava despêkê de ji amîralan Kadîr Sagdiç, Cem Gurdenîz, Atîlla Kezek, Ergun Mengî û Alaettîn Sevîm hatine binçavkirin.

Parlamerterên berê: Prensîbîn bingehîn yên komara Tirkiyê ne cihê nîqaşê ne

Piştî amîralên teqawîd, hejmarek ji parlamerterên berê jî derbarê Peymana Montroyê de daxuyaniyek da.

Parlamerteran gotin ku prensîbîn bingehîn yên komara Tirkiyê û Peymana Montroyê ne cihê nîqaşê ne û kenala Stenbolê jî nepêkane were avakirin.

Back to top button