Li Serê Kaniya şênî li hemberî çeteyan rabûn

Çeteyên “Lîwa Şuhedaa Bedir” ên dewleta Tirk a dagirker, beriya du rojan bi ser gundê Muxtela yê 35 KM li başûrê rojavayê Serêkaniyê de girtin û êriş mala Hemadî Helo kir ku wî birevînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî tayîbet ji Serêkaniyê ragihand,

Helo li dijî çeteyan sekinî, çeteyek kuşt û ji gund reviya.

Piştire çeteyan dest bi lêgerîna Hemadî Helo li tevahî malê gundiyan kir.

Her wiha çeteyan piştî wê bi ser gelek gundên rojavayê Serêkaniyê de girtin.

Di encamê de şeva bûrî di navbera çeteyan û şêniyên bajarokê Mebrûka şer derket.

Back to top button