Salvegera 9. a Komkujiya Parîsê

Di ser Komkujiya Parîsê re 9 sal der bas bûn. Tetik-kêşê MÎT’ê Omer Guney bi fermana ku ji Hakan Fîdan girtî ev komkujî pêk anî. Serokwezîrê wê demê şefê rejîma faşîst Erdogan jî yek ji berpirsên sereke ye. Lê li gel bi salan e kurdistanî dixwazin komkujî ronî bibe, fail werin darizandin jî daraza fransayê geh dozê digre, geh lêpirsîn vedike lê tu carî bi esasa meselê danakeve. 

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Paytexta Fransa komkujiyek pêk hat.

Di vê komkujiyê de ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Dîplomata kurd, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Piştî Komkujiyê lêpirsîn hate destpêkirin û hemû delîlan servîsa îstîxbaratê MÎT Tirk nîşan dida.

Fermana wê jî ji Enqereyê hatibû dayîn.

Tetikkêşiya vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney kiribû.

Piştî qeydên deng daraza Fransayê der bare rola MÎT’ê de xwest lêpirsîn were kûrkirin.

Wezîrên wê demê yên Fransayê li ber kamerayan soz dan ku wê ev doz di tarîtiyê de nemîne.

Lê heta niha der heqê kujer û kiryarên esasî ango der bare MÎT’a tirk û şefê rejîma faşîst Erdogan de tu gav nehatine avêtin.

Heta bi operasyoneke taybet tetikkêş Omer Guney di girtîgehê de hat kuştin.

Doz wê 24’ê Sibata 2017’an dest pê bikirina lê Omer Guney ku ihtimal hebû ku biaxive di 17’ê kanûnê de hat kuştin.

Dozgeriya Fransayê jî bi hinceta ku kujer miriye, dosye girt.

Ev yek hêrsa Kurdistaniyan derxist lûtkeyê.

Piştî biryardariya malbatan dozgeriyê biryar da ku lêkolîna edlî der bare komkujiyê de bide destpêkirin.

Ev biryar di nîveka meha gulana 2019’an de hat girtin.

Di vê biryarê de roleke mezin a operasyona gerîlayên HPG’ê li dijî MÎT’a tirk hebû.

Di 4’ê tebaxa 2017’an de gerîlayan li Silêmaniyê çend serkirdeyên MÎT’a tirk girtin.

Ev sîxur der barê pîlanên qirêj yên rejîma tirk de gelek agahî dan.

Di nava agahiyan de pîlansazî û pêkanîna Komkujiya Parîsê jî hebû.

Sîxûrên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney eşkere kirin ku komkujiya Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin.

Dema ku li Parîsê sê jinên şoreşger hatin qetilkirin Sabahattîn Asal li MÎT’a Tirk alîkarê Hakan Fîdan bû.

Hikumeta Fransayê û servîsên îstîxbaratê ligel hemû bang û nerazîbûnan agahiyên di destê xwe de eşkere nakin.

Hikumeta Fransayê dixwaze sûcê terorê ya ku servîsên nepen ên Tirk li ser axa Fransayê kirine bê ceza bimîne.

Îsal li her derê cihanê Kurd û dostên xwe bi druşma “Heta edalet bi cih neyê Fransa sucdar e” daketin e qadan.

Back to top button