KOMAW: Divê fermandariya Peşmerge li dijî şerê navxweyî helwesta xwe nîşan bide

Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan KOMAW’ê diyar kir ku nêzîkatiyên PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re cihê fikarên mezinin.

Têkildarî vê êrîşê Saziyê daxuyaniyek da û anî ziman “Ji roja ku dewleta Tirk a faşîst hatiye avakirin û heta îro, êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd didomîne. Armanca dewleta Tirk ne tenê gêrîla ye lê bi giştî kurdistan e.”

Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir Dewleta Tirk ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre bi destê PDK’ê derxistina şerê birakujî dixwaze xwe pêşî li têkçûna xwe bigre û Divê PDK neyê vê lîstikê.

Saziya malbata şehîdan bang li Pêşmerge û Gerîla kir ,ku bi xurtî û bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê bikoşin.

Back to top button