Yemen..Koalîsyona Erebî: Di 24 saetan de 95 çekdarên Husî hatin kuştin

Li Yemenê şerê deshilata meshebî ev 7 salin ranewestiyaye.
Hêzên Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku di operasyonên 24 saetên dawiyê li parêzgeha Maribê de, derbên xurt li Hûsiyan hatine dayîn.
Di encamê de, 95 çedarên Hûsiyan hatin kuştin û 11 wesayîtên leşkerî jî hatine teqandin.

Li Yemenê 7 salin şer ranewestiyaye.

Ji despêka salê ve şerê herî dijwar jî li derdora herêma Maribê rûdide.

Hêzên Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li herêmên El-Cewbe û El-Kessara yên Maribê li dijî Hûsiyan 22 operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonan de 95 çekdarên Hûsî hatine kuştin û 11 wesayîtên leşkerî jî hatine teqandin.

Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê Muamer El-Aryanî doh bi şev li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama êrîşa Hûsiyan ya li navçeya Cewbeyê ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûn.

El-Aryanî îdia kir ku ev moşek yên Îranê ne.

Di nûçeya televizyona El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan de hat ragihandin ku Hûsiyan bajarokê Cewbe kontrol kirine.

Hûsî ji bo kontrolkirina Maribê ji Sibata 2021’an ve êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kiriye.

Herêma Maribê weke kelha dawî ya hikumeta Yemenê ya li herêmê ye.

Herêm di warê sotemeniya dîzel û gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn de dewlemende.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button