Yekîneyên Taybet yên QSD’ê bi operasyoneke taybet ya li herêma Şihêl a Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞê girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku 4 çeteyên DAIŞ’ê û ku serçete jî di nav de bi operasyonekê hatin girtin.
Di operasyonê de hemû çek û alavên van çeteyên DAIŞ’ê hatin desteserkirin.
Ev operasyon di çarçoveya pêşîgirtin û zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê de bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî pêk tên û dewam dikin.