Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî: Nabe Pêşmerge ji bo ti kesan biçe şerê birakujiyê

Bangên li dijî şerê birakujiyê zêde dibin.. Herî dawî Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li dijî vî şerî derket û diyar kir ku nabe peşmerge ji bo ti kesan biçe tevlî şerê birakujiyê bibe.

Li Silêmaniyê dûyemîn Kongreya Pêşmergeyên Dêrîn yên Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî tevlî kongreyê bû û li idjî hewildanên derxistina şerê birakujiyê peyamek da.

Lahor di peyama xwe de got “Em bi ti awayî ne beşdarî û ne jî piştgiriya şerekî ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin nakin.

Armanca me ew e pêşmerge her tim hêzeke nîştimanî be û ne ji bo me û ne jî ji bo kesek din şerê birakujiyê neke.”

Back to top button