Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amedê gihiştin hev

Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
Xelkê Amedê Meşvanên Azadiyê tevî astengiyên polîsan jî bi coş pêşwazî kirin.
Siyasetmedaran diyar kirin ev meş wê bigihijê armanca xwe û gotin;“Me heta niha tu carî li hemberî zextan serî netewand û wê netewînin.”

Ji detayên cuda 10 sanî biherikîne

Piştî meşa 13 rojan li Amedê gihiştin hev.

Baskên “Meşa Mezin a Azadiyê” yên Wan û Qersê de cih digirin piştî meşa 1’ê Sibatê despêkirî li Amedê gihiştin hev.

Baskê Wanê ku duh gihiştibû navçeya Xana Axpar û baskê Qersê yê gihiştibû Bismilê li devera her du navçe digihijin hev, li hev civiyan.

Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li ser navê her du baskan kulîlk dan hev.

Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşvanan pêşmalkên xwe yên spî derxistin û li şûna wan pêşmalkên reş li xwe kirin.

Piştî amadekariyan jî meşvan ber bi Amedê ve ketin rê.

Xelkê Amedê tevî astengiyên polîsan bi coş meşvan pêşwazî kirin

Xelkê Amedê Meşvanên Azadiyê li pêşiya Navenda Kargehan a Ceylanê tevî astengiyên polîsan jî bi coş pêşwazî kirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir bang li gel kir û got:

“Ev meş wê bigihije armanca xwe.

Me heta niha tu carî li hemberî zextan serî netewand û dê netewînin.”

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî anî ziman ji bo wan her kolana Amedê qada çalakî û meşê ye.

Dayikên Aştiyê dorpêça polîsan derbas kirin û tev li meşvanan bûn.

Piştî gefa “destwardana” polîsan, parlamenteran rê li trafîkê girtin.

Piştî rakirina dorpêçê, meş heta navçeya Sûrê dewam kir.

Piştî meşa 4 saetan, meşvanan xwe gihandin Cadeya Gaziyê û piştre jî heta pêşiya Mînareya Çarling meşiyan.

Her ku Meşvanên Azadiyê nêzî Amarayê dibin coşa wan zêdetir dibe

Back to top button