HPG: Li Zap, Xakurkê û Metîna 23 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakiyan dikin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê derbên giran li dagirkeran xistin.
HPG’ê ragihandin di encama çalakiyên tîmên gerok ên gerîlayan de 23 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê yên li dijî dagirkeran bê navber dewam dikin û di bin şertên herî zehmet de derbên giran li dagirkeran dixin û xaka Kurdistanê bi fedayî diparêzin.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

Du çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

2’ê Tîrmehê li Qada Çemço di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di encama şer de dagirkerek hate cezakirin û yek jî birîndar bû.

Dîsa heman rojê dagirkeran hewl dan ji sînorê bakurê Kurdistanê ber qada Çemço ve werin. Di encama lêdana hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û pêşdeçûna dagirkeran hat sekinandin.

Di saetên êvarê de dagirkeran careke din xwest bi pêş de werin. Di encama lêdana hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Dîsa di saetên êvarê de li heman qadê tîmên gerok yên YJA Starê li dagirkeran xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

3’ê Tîrmehê li Qada Kokerê tîmên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin û 4 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

2’ê Tîrmehê hêzên me komeke dagirkeran li Girê Şehîd Derwêş şopandin û xistin bin kontrola xwe. Paşê di encama lêdana bi çekên giran de 7 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;

29’ê Hezîranê li Qada Girê Hekarî di encama çalakiya sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin.

2 û 3’ê Tîrmehê li Qada Girê Cûdî di encama çalakiyên tîmên gerok de 5 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê ragihand 2’ê Tîrmehê qadên berxwedanê ên gerîla 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 12 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obusan hatin bombebarankirin.

Back to top button