Şoygu: Bajarê Lisinçansk yê Luhnsakê hate kontrol kirin

Rûsya êdî herêma Donbasê bi giştî kontrol dike.
Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu got,
Bajarê Lîsîçansk ya dawî ya li herêma Luhanskê hate kontrol kirin.
Rêveberiya Kîevê jî vê yekê red dike.
Hemwextî van daxuyaniyan, ji Belarûsê jî peyama beşdarbûna şer derket.
Serokê Belarûsê Lukaşenko îdia kir ku ji aliyê Ukrayna ve êrişî wan hatiye kirin.

Xeyalê 5 rojan, di meha xwe ya 5’an de ye.

Şerê li Ukrayna herçiqasî dirêj dike jî li rojhilatê welat, Rûsya êdî nêzî armanca xwe dibe.

Herêma Donbas gav bi gav zêdetir dikeve bin kontrola Rûsya.

Li gorî ajansên Rûsî, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiya.

Şoygu di hevdîtinê de ji Putin re got,

“Di encama operasyonên leşkerî yên serketî de, hêzên me karîn bajarê Lîsîçansk bi temamî kontrol bikin.”

Piştî ku artêşa Ukraynayê herî dawî bajarê Severodonetsk winda kir, ji bo parastina Lîsîçanskê seferber bûbû.

Piştî van îdiayên Rûsya ji Ukrayna daxuyaniyên cuda derket.

Şêwirmendê Serokomariya Ukrayna Oleksiy Arestovîç şevê din di saetên derî de peyamek li ser hesabê xwe yê înternetê parvekir.

Oleksiy Arestovîç anî ziman ku cara yekem hêzên Rûsya karîne çemê navbera Lîsîçansk û Severodonetsk derbas bikin.

Ev yek jî weke gefeke lezgîn hate pênasekirin.

Ukrayna: Li bajarê Lîsîçansk şer dewam dike

Wezareta Parastinê ya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Rûsya da û got:

Li herêmê şer didome û gotinên Rûsya bajar kontrolkiriye jî neraste.

Ji 2014’an ve cudaxwazên alîgirê Rûsyayê beşek ji her du parêzgehên rojhilat di destê xwe de giritbûn.

Rêveberiya Moskow Luhansk û Donetskê wekî komarên serbixwe nas dike.

Girtina Lîsîçanskê ji aliyê hêzên Rûsî ve dibe ku rê li ber pêşketina Rûsyayê ber bi rojava veke.

Lukaşenko: Ji aliyê Ukrayna ve êrişî xaka me hatiye kirin

Hemwextî dijwarbûna şerê li Ukrayna, Belarûs jî nîşaneyên beşdarbûna şer dide.

Doh di roja serxwebûna welat de, Serokê Belarûsya Aleksander Lukaşenko axivî û got:

Beriya 3 rojan û beriya wê jî ji Ukrayna bo êrişî navendên me yên leşkerî werin kirin hewildan hebûn.

Lukaşenko her çiqasî careke din dubare kir ku ew ê ti leşkerên welatê wî li ser xaka Ukrayna şer neke, lê careke din qala parastina welat li dijî êrişan kir.

Back to top button