Partî û hêzên siyasî li dijî êrişan nameyek dan neteweyên yekbûyî

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker gelên herêmê di nava çalakiyan de ne.
Li Qamişlo, Hesekê û Kobanê êrişên dagirkeriyê û peymanên qirkirinê ên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin.

Piştî civîna NATO`yê hat lidarxistin, serokê rêjima faşîst a Tirk Erdogan gefên nû yên êrişên dagirkirinê li dijî herêmê xwarin.

Îro jî bi armanca şermezarkirina êrişan û peyamanên qirkirinê çalakî hatin lidarxistin.

33 Partî û hêzên siyasî li Qamişloyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk nameyek radestî navenda neteweyên yekbûyî kirin.

Di nameyê de ev tişt hatin gotin:

“Wekî nûnerên partî û hêzên siyasî yên herêmê em li hember gefên dewleta Tirk ên êrişeke nû li dijî herêmên me bi fikar in.

Em van gefan şermezar dikin û wekî binpêkirina serdestiya netewî û destdirêjiya li yekitî û ewlehiya xaka Sûriyê dibînin.

Ev êriş dê rola civaka navneteweyî ya têkildarî çareserkirina rewşa Sûriyê qels bike.”

Di dawiyê de bang li NY hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bidin. Her wiha bang kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, qedexeya ezmanî li herêmê ferz bikin.

Yekîtiya Giştî ya Cotkaran: Em ê li hember gef û êrişan xaka xwe biparêzin

Li Hesekê jî Yekîtiya Giştî ya Cotkaran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de banga girtina qada ezmanî hate kirin û ev yek hate gotin:

“Em kiryarên dewleta Tirk ku ewlehiya herêmê têk dibe û ambargoyeke siyasî û aborî ku nahêle cotkar bi kar û xebata çandinê rabin, şermezar dikin.”

Li hemberî van gef û êrişan wekî saziyeke civaka sivîl berdêl çi dibe bila bibe em ê xaka xwe terk nekin.

Em ê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk xwe bi rêxistin bikin.”

Malbatên Şehîdan ên Kobanê: Divê hemû Kurdên li dinê bi ruhê netewî tevbigerin

Bi heman armancê Malbatên Şehîdan li Kobanê jî daxuyanî da.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de bang li Swêd û Fînlandayê kir ku çogê ji dewleta Tirk a dagirker re daneynin û wiha hat gotin:

“Dewletên Fînlanda û Swêdê divê nekevin bin bandora dewleta Tirk.

Divê bi gelê Kurd û mirovahiyê re bin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk bi armanca qirkirina gelê Kurd bê navber êrişên bejahî û hewayî pêk tîne.

Malbatên şehîdan bang li NATO, civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir li dijî dagirkeriya Tirk, bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Her wiha bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku bi ruhê netewî tevbigerin û destketiyên şehîdan biparêzin.

Back to top button