Ewin Ziyab: Me li gel Tirkiyê hevdîtin kir, lê rêjeya avê hêjî kême

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewin Ziyab ragihand ku rewşa avê ya Iraqê di metirsiyê de ye û got:“Tirkiyê tevahiya avê bernedaye.”
Cîgira Serokê Lijneya Çandiniyê ya li Parlamentoya Iraqê jî ragihand ku divê di serdana Erdogan ya Iraqê de, hikumet mirjarê bike rojeva xwe ya sereke.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya Çemên Dîcle û Firatê dest daniye ser para ava Iraqê.

Ji ber vê yekê beşek ji axa li başûrê Iraqê zuha bû ye û gelek kes koçberî bajaran bûne.

Têkildarî mijarê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewin Ziyab ragihand ku tevî hevdîtina li gel Balyozê Tirkiyê ya li Iraqê hêjî rêjeya avê weke berê maye.

Ziyab destnîşan kir ku Bendava Musil ji ber kêmaviyê dinale ku ev yek jî bandoriyek nebaş bi xwe re aniye û got:

“Rewşa Bendava Hedîse ji ber kêmbûna embarên avê ji ya Bendava Musil xirabtire.”

Ewin Ziyab: Divê Iraq ji bo avê, ti tawîzek nede Tirkiyê”

Li aliyê din tê payîn serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di demek nêz de serdana Iraqê bike.

Derbarê mijarê de cîgira serokê Lijneya Çandiniyê ya li Parlamentoya Iraqê Zozan Koçer axivî.

Zozan Koçer da zanîn ku divê Hikumeta Iraqê pirsgirêka hişkesaliyê di civîna bi Erdogan re bixe rojevê.

Her wiha Zozan Koçer diyar kir ku qutbûna avê karesatek mezin di gelek aliyan de çêkiriye û got:

“Dabînkirina avê, mafek bingehîn ê mirovane, divê ava Iraqê were berdan.”

Ji ber bendavên Tirkiyê, Iraq di nava hişksaliyê de maye

Ji ber avakirina gelek bendavan ji aliyê dewleta Tirk ve, Iraq bi qeyrana avê û hişkesaliyê re rû bi rû maye.

Ji ber kêmbûna ava her du Çemên Dîcle û Firatê, bandorek nebaş li çandiniya Iraqê kiriye.

Tevî hemû bangawaziyan jî heta niha dewleta Tirk bi awayekî cidî guh nedaye daxwazên Iraqê.

Back to top button