Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid êrişên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid êrişên dewleta Tirk ên li ser deverên binesaziya herêmê şermezar kir.
Bêrîvan Xalid diyar kir bi êrişan dixwazin careke din DAIŞ’ê bikin tevgerê û got,
“Gelên herêmê wê li dijî hemû êrişan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û destketiyên şoreşa xwe biparêzin.”

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser deverên binesaziyên herêmê şermezar kir.

Bêrîvan Xalid têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyê ji ANF’ê re axivî.

Bêrivan Xalid: Ji ber êrişan bi sedan gund bê av û elektrîk mane

Bêrîvanê diyar kir ji ber êrişan gelek sazî nikarin xizmetê bikin û wiha got, ”

Dewleta Tirk êrişî êrişî depoyên genim, ceh, firin, stasyonên elektrîkê, avê û petrolê dike. Ev dever tev cihên xizmetguzariyê ên gel in ku tên hedef girtin.

Ji ber êrişan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirsgirêka elektrîk û avê re û gelek pirsgirêkên din re têdikoşin. Niha bi sedan gund bê av û elektrîk man.”

Bêrîvan Xalid: Bi êrişan dixwazin careke din DAIŞ’ê bikin tevgerê

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku armanca êrişan ew e ku tirsê li herêmê serwer bikin û DAIŞ’ê careke din bikin nava tevgerê û wiha dewam kir;

“Dewleta dagirker naxwaze aramî li herêmê pêk were. Hewl didin projeya Rêveberiya Xweser ji holê rakin.

Bi hedef girtina binesaziya herêmê dixwazin gel bi pirsgirêkên debara jiyanî re rû bi rû bihêlin û herêmê vala bikin.

Dîsa armanceke din ya êrişan jî ew e ku tola têkçûna DAIŞ’ê hilînin û careke din çeteyan bikin nava tevgerê û zindî bikin.”

Bêrîvan Xalid: Gelên herêmê li dijî êrişan wê destketiyên xwe biparêzin

Hevseroka Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid di dawiyê de eşkere kir ku wê gelên herêmê li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin û destketiyên şoreşa xwe biparêzin.

Rêveberiya Xweser: Îradeya gelê me wê bi serkeve

Back to top button