Artêşa rêjîma Sûrî ber bi Mearet Nueman ve pêş dikeve

Piştî bidexistina rêjîma Sûrî ji bajaroka Circinaz re ku baregeha sereke ya çeteyên Nusrayê bû, niha jî ber bi Mearet Nuemanê ve pêş dikeve.

Dewleta Tirk jî dibêje ku wê tifaqeke nû ji bo agirbestekê li Idlibê pêk were.

Li gorî daxuyaniyek ji fermandariya artêşa rêjîma Sûrî, piştî bi destxistina bajaroka Circinazê niha artêş ber bi Mearet Nuemanê ve pêş dikeve.

Mearet Nueman dibe yek ji navendên sereke ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk re ku dikeve ser riya giştî ya di navbera Hema û Helebê de.

ARTÊŞA RÊJÎMA SÛRÎ ZÊDEYÎ 320 KM ÇARGOŞE JI IDLIBÊ BI DEST XISTIYE

Her wiha li gorî daxuyaniyek ji fermandariya artêşa rêjîma Sûrî, di çend rojên dawî de hêzên wan karîn ku zêdeyî 320 KM çargoşe ji parêzgeha Idlibê ji destê çeteyên Nusra û komên çete yên din der bêxe.

Di vê herêma mijara gotinê de zêdeyî 40 gund û bajarok hene.

KALIN: WÊ TIFAQEKE NÛ JI BO AGIRBESTEKÊ LI IDLIBÊ PÊK WERE

Ji aliyê xwe ve berdevê Serokkomarê Dewleta tirk Îbrahîm Kalin di civîneke çapemeniyê de got,

Me namek ji Rûsyayê re şandine û li gorî wê soz hatiye dayîn ku wê di 24 saetên pêş de êrîşên rêjîma Sûrî li Idlibê bide rawestandin.

Kalin diyar kir ku ew tenê dixwazin peymana astanayê ya derbarê Îdlibê de were cêbecêkirin.

Leave a Reply

Back to top button