Li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên komîteya çand û hunerê ya Tebqayê di roja duyemîn de bi dawî bûn

Çalakiyên Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê yên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de bi dawî bûn.

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh çalakiyên şermezarkirinê dabû destpêkirin.

Çalakî li navenda çand û hunerê bi slogana “Xak xaka me ye em ê bi canê xwe feda bikin, ji xaka me derkeve” hatibû organîzekirin.

Di roja duyemîn de şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Stem El-Ferec axivî û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyê red dikin.

Şandeyek ji navenda Çand û Hunerê ya Reqayê serdana çalakiyê kir û berhemên xwe yên çandî pêşkêş kir.

Hevserokê navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê axivîn û banga derketina dagirkirkeriya dewleta tirk li ser xaka Sûrî kirin.

Leave a Reply

Back to top button