Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 180’an de didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di roja 180’an de bi koma 36’an bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye biryardariyek mezin berdewam dike.

Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 35’an Zehra Tarhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê qala têkoşîna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gireva Îmaraliyê hate kirin û wiha hate gotin:

” Hemû kiryarên li hemberî Rêbertiya me tên pêkanîn li hemberî me û tevgera azadiyê hatiye pêkanîn. Ji ber vê yekê ji bo fîzîkî azadiya Rêber Apo emê hertim di nava çalakiyan de bin.

Ji bo xilasiya mirovahiyê ji nav pençên qirkirina çandî û fîzîkî ya serdest pêwîste Rêbertiya me bi fîzîkî azad be.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.

Li Almanyayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button