Salih Muslim: Divê Fransa dozê nîvço nehêle

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, bang li dewleta Fransa kir ku divê Komkujiya Duyemîn a Parîsê cidî bigre û ji bo duristiya xwe îspat bike vê doze wekî ya berê nîvço nehelê

Salih Muslim, ji bo eşkerekirina kesên li pişt kujer bang li rayedarên Fransayê kir û got:

“12 roj berê ev kujer ji zindanê derketiye. Li zindanê kî wî xwedî kiriye, bi çek kiriye ku Kurdan hedef digre.

Dewleta Fransa nikare xwe ji vî sûcî xilas bike.

Ji bo ku Fransa duristiya xwe îspat bike divê vî sûcî derxîne holê.

Wekî ya berê nîvço nehelê. Ger vê jî nîvço bihêlin wê pêşî li sûcên nû vebikin.

Ji ber ku sûcên berê yên di sala 2013`an de li dijî 3 jinên pêşeng çêbû hatiba zelal kirin wê îro ev komkujî dûbare nebûya. ”

Karê îstixbaratên Tirkiyê li Fransa çi ye vedişêrin. Bi hezaran planên wan derketin ku Kurdan dixwazin bikin hedef.”

Salih Muslim, da zanîn ku li Parîsê beriya komkujî pêk were civînek ji bo amadekariya bîranîna her sê jinên pêşeng organize bikin dihat lidarxistin.

Back to top button