Erdogan û Debîbe: Em ê pabendî “peyamana deryayî” bin

Serokê hikûmeta Lîbî ya veguhêz Ebdulhemîd El-Debîbe di serdana duh a Tirkiyê de, gelek peyman digel Enqereyê îmze kirin û pabendiya bi peymana deryayî ya berê îmzekirî, hat dubarekirin. Rojnameya Le Monde a Fransî jî da zanîn ku ti rewatiya peymanê bê îmzekirina parlamena Lîbî, tune ye.

Bi serdana Tirkiyê re, şopandina rêça El-Serac tê dupatkirin..

Papendiya bi peymana “xêzkirina sînorên deryayî ya ku Tirkiyê 2019’an digel Wîfaqê îmze kiribû” hat dubarekirin.

Serokê hikûmeta Lîbî Ebdulhemîd El-Debîbe duh li ser banga Erdogan, li Enqereyê bû.

Erdoganê ku li Lîbyayê hevparê rêtina (rijandina) xwîna sivîlan bû, dê bibe hevparê avakirinê jî!!

Erdogan û Debîbe di hevdîtinê de 5 peyman îmze kirin.

Enerijî, stasyonên kehrebeyê, çaksazkirina binesaziyê, vegera kompaniyan, fêrkirin û hwd.

Debîbe: Kompaniyên Tirkî dê di avakirina Lîbyayê de roleke mezin bilîzin

El-Debîbe got:

“Kompaniyên Tirkî, dê di avakirina Lîbyayê de roleke mezintir bilîzin.

Em ê qebareya bazirganiyê digel Enqereyê zêdetir bikin.”

Tirkiye bo propagandakirina xwe, digel Debîbeyî li ser avakirina ragihandineke hevbeş li hev kir.

Tê payîn, di nava 3 mehan de amade bibe.

Herdu aliyan her wiha pabendiya xwe bi peymana.. “xêzkirina sînorên deryayî ya ku Tirkiyê 2019’an digel Wîfaqê îmze kiribû” anî ziman.

Ev geşedan, hemdemî hêviya Yûnanistan û YE ya betalkirina peymanê, tên.

Gelî Lîbî li hêviyê ye ku hikûmeta demkî ya veguhêz çerxa aloziyê ber bi çareseriyê ve bigerîne..

Lê çavdêr dibînin ku, nêzbûna hikûmeta Debîbe û Enqereyê, dê bandorê li veguhezîna demokrasiyane bike û parçebûna Lîbiyan, bêtir parçe bike.

Le Monde: Ti rewatiya peymanê bêyî muhra parlamena Lîbî nîne

Di vê derbarê de, Rojnameya  Le Monde ya Fransî da zanîn ku ti nirx û rewatiya peymana navborî nîne, eger muhra parlamena Lîbî lê nekeve.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias ji bajarê Bengaziyê teqezî li ser yekbûna xaka Lîbî kir.

Her wiha banga qewitandina hêz û çeteyan kir.

“Peymana deryayî”, hêrsa Misir, Qubris û Yûnanistanê tev rakiribû.

Tirkiyeya binpêker, vê peymanê, weke behaneyeke gerîna li gaza ku dikeve sînorê Yûnanistan û Qubrisê, bi kar tîne.

Back to top button