Pirtûka “Keçên Kobanê” dibe film

Pirtûka bi navê “Keçên Kobanê”, çîroka serhildan, lehengî û edaletê a Gayle Tzemach Lemmon a Amerîkî wê 16’ê Sibatê were belavkirin.

Rojnamevan û nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon (Gêyl Zîmek Lemin) têkildarî berxwedana jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê pirtûka bi-navê “Keçên Kobanê” nivîsî..

Pirtûka bi navê “Keçên Kobanê”, çîroka serhildan, lehengî û edaletê wê 16’ê Sibata îsal were belavkirin..

Nivîskara Amerîkî xwe dispêre bi sedan saetên hevdîtinên li gel jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî di şerê li dijî DAIŞ’ê de biser ketin..

Lemmon bi bîr dixe ku şerê hatî kirin gelek dijwar bû û wiha dewam dike:

Nêrîn û hişmendiyeke taybet derket holê.

Hîmê sereke ê vî şerî wekheviya di navbera jin û mêran de ye.

Vê jî hişt ku her kes rêzê nîşanî wan bide.

Nivîskar Lemmon di beşa danasîna pirtûka xwe de wiha behsa wêrekiya jinên Kurd dike:

Ev çîrok, destana hêz û lehengiya jinê ye.

Xwediyê vê destanê li dijî mêrên hov ketin nava şerekî giran de. Wan nîşan da ku jin dikarin bibin lîder.

Wan dersa fedekarî, lehengî û hevgirtina rast nîşanî me dan.

Back to top button