CENTCOM: Êdî rêveberiyek ku polîtîkaya DYA vegerîne heye

Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA’yê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie diyar kir ku di demên dawî yên rêveberiya Trump de ew ji şereke bi Îranê re vegeriyane.
McKenzie got, bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re wê polîtîkayên berê vegerin.

Kenneth McKenzie yê ku di dema dewirgirtina Serokatiya Joe Biden de li Rojhilata Navîn derketibû geştê, piştî vegeriya di balefirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

McKenzie anî ziman ku bi dewirgirtina rêvberiya Biden re êdî ji bo têkliyên navbera DYA û Îranê weke “dema fersendê” binav kir.

Fermandarê CENTCOM’ê diyar kir ku di dema dawî ya Donald Trump de di navbera wan û Îranê de pêlek gefxarinê hebû.

Ji bo sorkirina Îranê tevger dihatin kirin.

Kenneth McKenzie anî ziman ku Îran jî ji derxistina tevliheviyan durdiket û dixwest helwesta hikumeta nû ya DYA bizane.

Di nava rewşa heyî de, bi qasî leşkerî ewqas hesabên siyasî jî dihat kirin.

McKenzie di dawiyê de got,

Rêveberiyeke nû ya DYA heye ku êdî polîtîkayên berê vegerêne.

Back to top button