Kanadayê firotina çekan bo Tirkiyê bi temamî rawestand

Hikûmeta Kanadayê firotina çekan bo Tirkiyê bi temamî rawestand.

Wezîrê Derve yê Kanadayê Marc Garneau diyar kir ku di encama lêpirsînan de, hate peyitandin ku Enqere li herêmên weke Qerebaxê balafirên bêpîlot ên Kanadî bi kar anîne.

Marc Garneau anî ziman ku li ser vê yekê, firotina çekan bo Tirkiyê bi temamî hate rawestandin.

Garneau da zanîn ku, eger pêşerojê çek bo Tirkiyê bêne firotin, dê di çarçoveya bernameya hevkariya digel NATO’yê de be.

Hikûmeta Kanadayê ji ber nepabendiyên Tirkiyê, Cotmeha 2020’an jî beşekî girîng ê firotina çekan bo wê rawestandibû.

Back to top button