Îran: Em êdî têkiliya xwe bi YE re radiwestînin

Piştî Yekîtiya Ewropa (YE) ceza li 8 berpirsên Îranê birîn, bertek ji Îranê hat û got ew ê têkiliyên xwe bi wê re rawestîne.

YE duh bi tawana ku “tundî li dijî xwepêşandanan bi kar anîne”, ceza li 8 berpirsên Îranê sepand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîb Zada ev biryar bi ya “sîyasî bi nav kir û ragihand, ew ê hevkariya xwe ya ji hêla “teror, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û dosya penaberan” bi YE re rawestînin.

Zada got:

YE ne parêzvanê mafê mirovanan e, ji ber dema Amarîka ceza li Îranê birîn, xwe bêdeng kir û li aliyê me nesekinî.

Ji Gulana 2018an, ango ji çaxa Amarîka ji Peymana Nukerlî ya bi Îranê re vekişiyaye, Îran di bin nîrê cezayan de dinale.

Back to top button