7 parêzgehên Iraqê betlaneya germê hat ragihandin

Hikûmeta Iraqê ji ber germahiya zêde, 7 parêzgehên wê betlaneya germê hat ragihandin.

Li gorî biryarê ji êro şûn ve dê li parêzgehên Bexda, Musena, Misan, Kerbela, Enbar, Selahedîn û Mûsilê li hemû saziyên hikumetê betlaneya fermî be.

Her wiha wê ji roja Yekşemê heta roja Pêncşemê jî saetên kar ji bo karkeran were kêmkirin.

Têkildarî mijarê ku ev çend rojin li herêmên Iraqê û Başûrê Kurdistanê pileta germahiyê 54 derece hate qeyd kirin.

Ev germaya zêde bandoriyê li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Back to top button