NPG: Komplo wê bi temamî bê têkbirin

Fermandariya Biryargeha NPG’ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û got, “Êdî eşkere bûye ku komplo wê bi temamî bê têkbirin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi boneya nêzbûna komploya 15’ê navnetewî ya 15’ê sibatê daxuyaniyek da.

NPG’ê komployê şermezarkir, di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û got:

“Komploya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin.

Em vê êrîşa komployê bi hêrseke mezin şermezar dikin.

Weke ku cîhan tev şahidiyê jê re dike; Rêber Apo şoreşa vejînê ya gelê Kurd pêk anî, îdeolojî, tevger û rastiya jin a azad afirand.”

NPG’ê nirxandina Rêber Apo ku komployê weke Roja Qirkirina kurdan pênasekiribû bibîrxist û ev nirxandin kir:

“Ev komplo bandor li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ên hegemon ku dixwazin pêşî li rastiya Rêber Apo û gelê Kurd a azad bigirin.

Bi vî rengî fermana kuştina Kurdên azad îmze kirin û xistin meriyetê.

Ji ber vê yekê Rêber Apo 15’ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir.”

NPG’ê dazanîn ku rêber Apo bi pêşkêşkirina paradîgmaya mirovahiya azad planên komplogeran vala derxist û wiha bidawî kir:

“Fikrên Rêber Apo îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê weke paradîgmaya çareseriyê, demokratîk û azadîparêz bandorê li jin, ciwan û gelên bindest dike.

Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bisekinînin.

Têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û komployê bi temamî têk bibe.”

KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna pêngava azadiyê ye

Back to top button