Gundewarê navçeya Zirganê bi awayekî dijwar hat topbarankirin

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bênavber dewam dikin.
Duh bi awayekî dijwar gundewarê Zirganê ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker doh êvarê êriş û topbaraneke berfireh di se’et 9’an de li dijî gundê Dada Ebdal, Esediyê, Um Hermile û Bobî Xirbet Şeîr û Til Werd ên başûrê navçeya Zirganê da destpêkirin û topbaran heta 2’ê şevê berdewam kir.

Droneke dewleta Tirk li gundê Til Demşîş ê Til Temirê êrişek pêk anî

Heman rojê, saetên ber bi êvarê, balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk gundê Til-Demşîş ê Til-Temirê ku li ser riya Hesekê ye bomebebaran kir.

Hat ragihandin di êrişê de, 3 kes birîndar bûn.

Piştî vê, Artêşa Tirk û çeteyên wê, gundê Til Tewîl ê Asuriyan ê li rojavayê Til Temirê jî da ber topan.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê 3 ciwan girtin û ew êşkence kirin

Li aliyê din, Hêzên Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ragihand ku leşkerên Tirk li Kobanê li ser sînor êşkence li 3 ciwanan kirin û pişt re ew avêtine nav zeviyên çandiniyê.

Back to top button