Şervan Derwîş: Em ê bi her awayî gel û destkeftiyên xwe biparêzin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş anî ziman diyar ew şer naxwazin, lê berdêl çi dibe bila bibe wê destkeftiyên xwe biparêzin.

Şervan Derwîş têkildarî êriş û topbarana dewleta Tirk li ser herêmê da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze li xeta Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa heTa Minbic û Şehbayê dagirkeriya xwe berfireh bike.

Şerwan Derwîş diyar kir ku dewleta dagirker bi van êrişan dixwaze projeya Neteweya Demokratîk ji holê rake.

Derwîş teqez kir ew amade ne ku her êrişeke dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê têk bibin û li ser vî bingehî ew amadekariyên leşkerî dikin.

Şervan Derwîş dawiya axaftina xwe bang li gelê herêmê kir ku ji planên dagirkeriyê hişyar bin û got:

“Em şer naxwazin, lê em ê gel û destkeftiyên xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest ketine biparêzin.”

Back to top button