Sûcdarê Komkujiya Parîsê hat girtin
Dozgeriya Parîsê Kujer Wîllîam bi sûcê “kuştina zanebûn, hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset” girt.
ANF`ê bi bîr xist ku dema kujer cara destpêkê hat binçavkirin, di çarçoveya sûcên “Sûîqast, şîdeta bi çek a zanebûn û binpêkirina qanûnên têkildarî çekan” de, dihat darizandin.
Malbatên Şehîdan: Kuştin ne edlî ye siyasî ye
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê û parêzerê malbatên Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên hatin şehîdxistin, Davîd Andîc bertek nîşanî sûcên ji bo kujer hatine diyarkirin, da û got:
“Doz siyasî ye, ew qebûl nakin ku dadgeh komkujiyê di çarçoveya sûcên edlî de bigre dest.”
Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û malbata Mîr Perwer ê hatî şehîdxistin, der barê Dozgeriya Parîsê ku îdia dike komkujî bi saîqên nijadperestî hatiye kirin û kujer de, doz vekir.
Malbatên Emîne Kara û Abdûrrahman Kizil jî wê îro bi rêya parêzerên xwe, ji bo darizandina “Ne edlî ye, kuştina siyasî ye” hem der barê Dozgeriya Parîsê û hem jî faîl de, doz vekin.
Hat zanîn ku malbatên kesên hatine şehîdxistin, dê îro cenazeyên xwe bibînin.