
Îro li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê navenda rûspiyan bi merasîmekê hat vekirin.
Di merasîmê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso axivî û bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku herêmên xwe ji êrîşan biparêzin.
Eyşe destnîşan kir ku vekirina navenda rûspiyên li Helebê dewamkirina xeta biratiya gelan e.
Eyşe Hiso ji bo dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê hişyarî da û diyar kir dewleta Tirk wê hewl bide herêmên din jî dagir bike.
Eyşe Hiso bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ew e ku projeya biratiyê têk bibe û fitneyê di nava pêkhateyan de derxîne.
Berdevkê Komîteya Rûspiyên Helebê Celwî Mihemed El-Cabir jî vekirina navendê li hemû pêkhate û rûspiyên li taxa Şêxmeqsûdê pîroz kir û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Sûriyê şermezar kir.