Dewleta Tirk û çeteyên wê kehrebe li ser stasyona Elok qut kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kehbreya ji bo xebitandina stasyona Elok dizîn, ji ber vê yekê jî, ev 15 rojin stasyon ji xizmetê derketiye.

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ev mehek e, tenê saetekê stasyona Elok dixebitînin û nahêle ku karker biçin stasyonê.

Artêşa Tirk a dagirker çeteyên wê, kehbreya stasyona Elok dizîn, ji ber vê yekê jî ev 15 rojin stasyon bi temamî hatiye rawestandin.

Hevserokê stasyona kehrebê, Ezîz Silêman derbarê qûtkirina kehrebê li ser stastonê û sedema qutkirina avê li ser bajarê hesekê û herêmên girêdayî wê axivî û got:

Kehrebaya ku digihîje stasyonê û di encama diziya beşek mezin a wê de têra xebitandinê nakin, ji ber vê yekê av naghêje bajarê Hesekê.

Her weha çeteyên dewleta tirk bi zorê derbasî stasyonê dibin pirsgirêkan ji karkeran re derdixin û gefa qûtkirina kehrebê didin.

Di 21’ê Adara îsal de dewleta Tirk û çeteyên wê karkerên stasyona Elok derxistin û av li ser kantona Hesekê ya ku bi hezaran koçberên Serêkaniyê û gundên nêzî eniya şer tê de ne, qut kir.

Back to top button