Salvegera 36’emîn ya pêngava 15’ê Tebaxê

Cemîl Bayik diyar kir bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gelê kurd bû hêz, xisletê gelê kurd gûherî, nirxên gelê kurd zêdebû, ger ku îro kurd di cîhanê de bûye xwedî nirxekî ev encamê pêngava 15’ê tebaxê ye.

Cemîl Bayik diyar kir ku divê rihê 15’ê Tebaxê ku îro li Heftanînê derketiye holê zêdetir geş bikin, li dijî êrîşa qirkirina Kurdan mirov bi rengekî xurt nîşan bide ku Kurd wê hebin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê salvegera 36’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî.

Cemîl Bayik diyar kir bi pêngava 15’ê Tebaxê gelê kurd bû hêz, xisletê gelê kurd gûherî, nirxên gelê kurd zêdebû, ger ku îro kurd di cîhanê de bûye xwedî nirxekî ev encamê pêngava 15’ê tebaxê ye.

Bayik her wiha dazanîn ku 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rê li ber guhertinên girîng vekiriye.

Cemîl Bayîk dazanîn ku bi 15’ê tebaxê ve dîrokeke nû li Kurdistanê destpêkir û gel qedera xwe bi xwe xist destê xwe.

Bayik bi berdewamî got heke li dijî êrîşên qirker ên faşîzma 12’ê Îlonê bersiv nehata dayin wê ne pêkan bûye ku Kurd ji ber kêra qirkirinê werin rizgarkirin.

Cemîl Bayik: Ne tenê gerîla divê her Kurd fermandar Egîd nas bike

Bayik li ser Fermandar Egîd jî wiha got:

”Dema ku 15’ê Tebaxê tê gotin bi taybet fêhmkirina rastiya fermandar Egît, fêhmkirina giyanê wî û şêwaza wî girîng e.

Dema ku mirov rojnivîska fermandarê mezin Mahsûm Kormaz-Egîd dixwîne tê fêhmkirin ku çendî fermandarekî mezin e.

Tê dîtin ku têkoşîna gerîla jî encex bi kesayateke wiha mezin a fermandarê bi ser dikeve.

Ji vî alî ve ne tene her gerîla, her Kurd divê rojnivîska vî ciwan û fermanarê mezin bixwîne.

Ji ber ku Egîd damarê eslî yê têkoşîna gêrîla ye”

Bayik: Divê em giyanê ku li Heftanînê derketiye pêş geş bikin

Cemîl Bayik got:

”Di roja meya îro de dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û êrîşê dike, dixwaze ku gerîla û têkoşîna azadiyê
biçewisîne.

Li dijî dijminekî wiha dema wê ye ku mirov kesayata fermandar Egîd deyne holê.

Dev ji bêderfetiyê berde di roja îro de gelek derfet hene ku mirov bikaribe derbên giran li dijmin bide û têk bibe.

Dema wê ye ku mirov vîn û giyanê ku li Heftanînê derketiye holê zêdetir geş bikin, li dijî êrîşa qirkirina Kurdan mirov bi rengekî xurt nîşan bide ku Kurd wê hebin.”

Back to top button