Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê eşkere kir ku Tirkiyê serçeteyê DAIŞ’î yê bi navê “Feysel Blo” şand Terablusê.
Ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Xalid El-Mehcûb eşkere kir ku Tirkiyê di du rojên dawî de 3 hezar çeteyên ji Sûriyê şandin Lîbyayê.
El-Mehcûb eşkere kir ku di nava wan de serçeteyê DAIŞ’î yê bi navê “Feysel Blo” heye ku beriya niha weke mîrê herêma Girê Spî ya Sûriyê dihat naskirin.
El-Mehcûb da xuyakirin ku serçete “Feysel Blo” yek ji çar çeteyên bû ku pîlotê Urdunî Muaz El-Kesasbê li ber çavê hemû cîhanê kuştibûn.