Hêzên Iraqê, 31 kes ku hewil didan bi qaçaxtî sînor derbas bikin, girtin

Hêzên Iraqê, 31 kes ku ji Sûriyê hewil didan bi qaçaxtî sînor derbas bikin, girtin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê, Yehya Resûl derbarê mijarê axivî.

Yehya Resûl eşkere kir ku her 31 kes xwediyên nasnameyên Sûrî ne û bi qaçaxtiyê hewil didan derbasî Iraqê bibin.

Yehya Resûl da zanîn ku bi van kesan re hejmareke madeyên teqemeniyê jî hatine desteserkirin.

Tê payîn ku ev kes girêdayî DAIŞ’ê ne û ji bo derxistina tevlîheviyê dixwestin derbasî Iraqê bibin.

Back to top button