Şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demoktatîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî duh li gel şandeya Wezareta Derve ya Belçîkayê civiyan.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Umer li gel nûnerê Wezareta Derve ya Belçîka Bîrnard Kuwîntin, Rêvebera Karûbarên Dualî Enîk Fan Kalister û hin nûnerên din li Brukselê civiyan.
Di civçnê de, pêşveçûnên li Idlibê, rewşa koçberan, rewşa Sûriyê bi giştî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî, hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan li ser alîkariyên mirovî yên Civaka Navdewletî ji bo koçberan teqez kirin.
Her du aliyan diyar kir ku divê hevkariya hevbeş û têkilî werin xurtkirin, da ku çareyek ji girtiyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, were dayîn.
Nûnerên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser civîn û hevdîtinên xwe der barê aloziya Sûrî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi rêxistin û hikûmetan re, didomînin