Hêzên Ewlekariya hundirîn a Herêma Cizîrê: Me li Hesekê tu herêm vala nekirine

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê diyar kir ku gotegotên dibêjin Asayîşê welatî ji qadeke Hesekê derxistine da ku herêmeke leşkerî lê ava bikin, ne rast in.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Cizîrê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hin Ajansên hundirîn belav kirin ku, Hêzên Asayîşê qadeke li bajarê Hesekê vala kirin û şênî jê derxistine bi armanca avakirina herêmeke leşkerî.

Hêzên Ewlekariya hûndirên got:

Em ji weke hêzek ewlekariyê teqez dikin ev nûçeya ne rast e û hêzên me karekî bi vê rengî nekirine.

Her wiha ragihand ku di sîstema hêzên me de projeyên bi vê rengî tineye.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Herêma Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû ajansan kir ku gorî prensîbên ragihandinê kar bikin û bercewendiyên civakê esas bigirin.

Back to top button