Serokê Amerîkayê Nûnera MSD’ê Sînem Mihemed vexwend Koşka Spî

Wê li Amerîkayê Koşka Spî Cejna Netewî ya Kurdî were pîroz kirin.
Serokê Amerikayê Joe Biden bi boneya cejna Newrozê Nûnera MSD’ê ya Washingtonê vexwend Koşka Spî.

Medyaya Amerîkî ragihand ku wê sibe 21’ê adarê Serokê Amerîka Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden bi boneya Neworzê pîrozbahiyekê li Koşka Spî li dar bixin.

Bi boneya pîroz bahiyê Serokê Amerikayê Biden ji bo şahiya Newrozê Nûnera MSD’ê Sinem Mihemed vexwend pîrozbahiyê.

Li ser malperên civakê jî Sînem Mihemed bi belavkirina fotoyê xwe û Joe Bîden vê yekê piştrast kir.

Her wiha heman çavkaniyê diyar kir ku derhênêrê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behman Qubadî jî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bi awayekî fermî hatiye vexwendin da beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.

Di dîroka Amerîkayê de ev yekem care Newroz li Koşka Spî tê pîrozkirin.

Back to top button