Şêniyên Dêrazorê jî ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yêm li dijî Rêber Apo û êrişên li ser herêmê çalakiya konvedanê li dar xist.
Li rojavayê Dêrazorê jî li pêş avahiya şaredariyan a bajarê Kîsra yê çalakiya konvedanê hate lidarxistin.
Çalakî bi armanca şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê rûspiyên eşîrên rojavayê Dêrazorê Memdûh El Efyan axivî û balkişand li ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê
Memdûh El Efyan diyar kir ev êriş tenê ji gelê herêmê re êş û azaran tîne û got:
Em destwerdanên dewleta Tirk şermezar dikin.
Em gelekî li ser xaka we û xaka mezinên xwe bi rûmet dijîn û serî ji dewleta Tirk re danîn.”
Her wiha li ser navê meclisên herêmî yên li herêma rojava û şêniyên Dêrazorê endamê meclisê Ebdulqadir El Ehmed jî bang li tevahî rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê.