Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’e civîna xwe ya asayî, li dar xist.
Civîn bi beşdariya fermandarê giştî yê QSD’e Mezlûm Ebdî, fermandarên meclisên leşkerî û berpirsyarên navend û dezgehên leşkerî, pêk hat.
Di civînê de bal hat kişandin ser hewildanên nêzîkatiyê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de û hat teqezkirin ku ev yek dê rewşa mirovî û siyasî li Sûriyê aloztir bike.
Her wiha zêdebûna êrîşên dagirkeriya Tirk li bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê hat nîqaşkirin.
Beşdaran girîngî da têkoşîna hêzên QSD’e li dijî DAIŞ’ê û teqezî li ser dewamkirina hemahengiya di gel Koalîsyona Navdewletî de, heta têkbirina terorê bi temamî kir.
Di heman demê de, girîngiya eniya hundirîn li dijî êrîşan, rêgirtina li pêş fitneyan, nirxandina tedbîrên parastina herêmê û pêşxistina karê leşkerî, ji mijarên civînê bûn.



