PYD li Kobanê komxebatek bi boneya Şoreşa 19 Tîrmehê li dar xist

Bi boneya 11’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek çalakî lidar dikevin.
Li Kobanê, Şamê û Dêrazorê 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

19’ê Tîrmehê, 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ye.

Bi vê boneyê li her devera herêmê çalakî têne lidarxistin.

Di bin dirûşma ‘Bi rihê berxwedana şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeran têkbibin’ li Kobanê komxebatek ji aliyê PYD’ê ve hate lidarxistin.

Di komxebatê de li ser navê Meclisa Jin a PYD’ê Sara Xelîl axivî û rewşa jinê beriya şoreşê û piştî şoreşê nirxand.

Sara Xelîl diyar kir dema ku wan dest bi şoreşê kir tiştek ji bilî îradeya xurt tune bû û wiha got:

“Bi têkoşîn, berxwedan û îradeya xwe ya ku me wê ji Rêber Apo girtiye em li hember mezintirîn rêxistina terorî têk bir.”

Her wiha gelek jinên din yên ku beşdarî komxebatê bûbûn jî, nêrînên xwe anîn ziman û dan zanîn ku ew piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê karîn gelek mafên xwe bi destbixin.

Komxebat bi nîqaşkirina rola jinê di berfirehkirina şoreşê de û têkoşîna li hember şerê taybet bidawî bû.

19’ê Tîrmehê-Li Dêra Zorê şahiyek hate lidarxistin

Li Dêra Zorê jî bi heman armancê şahiyek hate lidarxistin û daxiuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê hat gotin:

“Şoreşa Rojava şoreşa têgîn, nirx û rêgezan e, ku ji destpêka derketina modernîteya kapîtalîzmê Cîhanê dev jê berdaye.

Çirûska şoreşê ku li Kobanê pêket, wek pêtên agir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.”

MSD: Şoreşa 19 Tîrmehê li hember hewldanên dijberî axa Sûriyê sekinî

Back to top button