Bi minasebeta salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê sibê li ser asta herêma Cizîrê li 6 navendan pîrozbahî tên lidarxistin.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo pîrozkirina salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê amade dikin.
Bi vê bûneyê, sibê li ser asta herêma Cizîrê li gelek bajar û navçeyan pîrozbahî tên lidarxistin.
Pîrozbahiyên salvegera şoreşê yên îsal bi dirûşmeya “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û netewa demokratîk misoger bikin” tên lidarxistin.
Navend û cihên ku pîrozbahî lê werin lidarxistin bi vî rengî ne:
- Qamişlo
Cih: Stadyuma Heysem Kiço. Şêniyên navçeyên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê beşdarî pîrozbahiyê dibin.
- Dêrik
Cih: Parka Dîcle
- Girkê Legê
Şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa jî beşdarî pîrozbahiya li Girkê Legê dibin.
- Dirbêsiyê
Cih: Parka Şehîd Zevîn, Şêniyê navçeya Til Temir jî beşdarî heman pîrozbahiyê dibin.
- Hesekê
Cih: Parka 4’ê Nîsanê, Xelkên navçeya Til Birakê jî tevlî dibin.
- Şedadê
Cih: Navenda navçeyê, Şêniyên Erîşe jî tevlî pîrozbahiyê dibin.
Pîrozbahiyên li hemû navendan di saet 7’ê êvarî dest pê dikin.