Kongra Star a Şamê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û anî ziman ku azadiya jinan mîsogeriya rasteqîn a serketina vê şoreşê ye.
Endamên Kongra Star a bajrê di daxuyaniyê de amade bû.
Kongra Star di daxuyaniyê de got, Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat
Gelê ku bi hezaran salan zilim û zor dît, îradeya xwe bi vê şoreşê re derxist holê.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa avakirina civakeke azad, ekolojîk û polîtîk e ku xwe dispêre azadiya jinan.
Azadiya jinan jî mîsogeriya rasteqîn a serketina vê şoreşê ye.
Kongra Star a Şamê di dawiyê de got, em ê jî destkeftiyên şoreşê biparezin.
Şîraz Hemo: Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê rêxistinbûna jinê hîn zêdetir bû