Şîraz Hemo: Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê rêxistinbûna jinê hîn zêdetir bû

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de pêşengî kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lewma navê Şoreşa Jinê xweş lê tê.
Du Rêxistinên jinan diyar kirin ku plan û projeyên wan ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo tevahî jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn e.

Di 11’emîn salvegera şoreşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Şîraz Hemo û Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Nesrîn El Hesen asta ku jin gihîştinê nirxandin.

Şîraz Hemo diyar kir ku şoreş 19’ê tîrmehê şoreşa jinê ye û bi şoreşê re dengê şoreşê û rêxistinbûna wî hîn zêdetir bû.

Şîraz bang li hemû jinan kir ku li hember hemû bûyeran yekbin, bi rêxistinkirîbin û di tekoşînê de israr bikin.

Nesrîn El Hesen: Emê xwe birêxistinkirinê civakek azad ava bikin

Endama Kombûna a Jinên Zenûbya Nesrîn El Hesen diyar jî kir ku tevî hemû zehmetiyan jî heta astekê ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk gav hatin avêtin

Nesrîn got :”Em bi xebatên xwe hewl didin xwe bighînin tevahî jinan. Baweriya me heye ku jina têgihiştî dikare civakê pêş bixe.”

Nesrîn destnîşan kir ku ji bo pêkanîna civakek azad divê jin şerê siyasî, aborî û şerê taybet nas bikin û sosyolojiya civaka xwe binirxînin.”

Nesrîn di dawiyê de got:” Em ji bo jiyanek aştiyane têdikoşin hemleyên me yên xwe rêxistinkirin û hişyarkirina civaka xwe wê berdewam bikin.”

Back to top button