Yasir El-Silêman: Hemû meclisên û komîn divê bi erka xwe rabin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman diyar kir ku rewşa awarte; tê wateya amadekarî ji bo şer.
Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn jî diyar kir ku ew ji bo di êrişeke nû a dewleta tirk de bersiva pêwîst bidint tirkiyê di nav amadebaşiyê dene.Şahîn bang li şeniyên herêma firatê kir ku tedbîrên xwe yên parastin, tenduristî û jiyanî bigrin.

Li hember gefên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmehê rewşa awarte ragihand.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman biryara rewşa awarte wek gaveke di cih de pênasekir û got:

“Dewleta tirk wê êrişê herêma me bike û dixwaze dagir bike.

Ev jî wê bi xwe re koçberiyê bîne.

Wê demografiya herêman bê guhertin.

Ji bo ev pêk neyê û divê gelê me li ser axa xwebe û amadekariyê xwe şer re bike.”

El-Silêman di berdewamiya axaftina xwe de daxuyand ku meclisên Rêveberiya Xweser û saziyên wê mîna Meclisa Rêveber, Meclisên Sivîl ên herêman, desteyên diravî, tenduristî û hemû deste û komîte bê îstîsna, divê xwe amade bikin.

El-Silêman di dawî de bang li hemû sûriyan kir ku li rex projeya nîştimanî ya herêmê bisekinin da ku van êrişan têk bibin.

Mihemed Şahîn: Divê gelê me ji bo şer amadekariyê xwe bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn jî diyar kir ku ew hewildidin xwe li dijî êrişan amade bikin.

Şahîn bang li şêniyên herêma firatê kir ku divê her kes li mala xwe de tedbîrên pêwîst bigre ji aliyê parastin, tenduristî û jiyanî de û xwe şereke mezin re amade bike.

Back to top button