Li Almanyayê hilbijartinên Saale-Orlayê

Di tevahiya her du hefteyên derbas bûyî de, partiya rastgirê tund bi seferberiya rêxistinên sivîl ên Alman hate protestokirin.
Li Almanyayê piştî vê yekê, her kes li benda hilbijartinên tura duyemîn a li Saale-Orlayê ya li herêma Thuringen e.
Hilbijartin wê yek ji kelehên partiya rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê were kirin.

Di hilbijartinên herêmî de partiya rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê hêvî dike ku li Saale-Orla ya li herêma Thuringen a Almanyayê serokatiyê qezenc bike.

Namzetê partiyê Uwe Thrume di tura yekem a 14’ê Çileyê hatî kirin de, bi sedî 45,7 dengan reqîbê xwe Demokrata Xristiyan (CDU) ku sedî 33 deng wergirt, derbas kir.

Encama hilbijartinên tura duyemîn, wê ji asta herêmî hîn wêdetir bandorê bike.

Di tevahiya her du hefteyên derbas bûyî de, partiya rastgirê tund bi seferberiya rêxistinên sivîl ên Alman hate protestokirin.

Bi deh hezaran kes car din ji bo şermezarkirina bilindbûna vê partiyê û xeteriyên wê yên ji bo demokrasiyê, daketin qadan.

Li gorî polîsan li Dusseldorfê 100 hezar kes, li Osnabruck’ê ya li bakur 25 hezar kes beşdarî çalakiyan bûn.

Ev mîtîng piştî deşîfrebûna endamên partiya rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê ku di dawiya sala borî de ji bo dersînorkirina kesên biyanî û “welatiyên ku asîmîle nebûne” planek nîqaş dikirin, hatin lidarxistin.

Piştî xwepêşandanên dijberê partiya rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê anketa destpêkê ya ji aliyê ensîtuya Insa’yê ve hatî kirin, nîşan da ku rêjeya deng ji sedî 23 daketiye sedî 21,5’ê.

Hîna nediyar e ku ev yek li Saale-Orlayê wê bandorê li hilbijartinê bike yan na.

Hilbijartin li yek ji kelehên partiya rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê tê kirin.

130 û 150 endamên nû beşdarî partiya rastgirê tund dibin û heta dawiya salê dibe ku hejmara aktîvîstan ji 40 hezarê bigihije 60 hezarê.

Back to top button