“Di salvegera serxwebûnê de wê Rûsya êrişên xwe zêde bike”

24’ê Tebaxê salvegera 31’an a Serxwebûna Ukraynayê ye.
Di heman rojê de şerê Rûsya û Ukraynayê jî 6 mehên xwe tije dike.
Kîev zêde bi fikare ku dema pîrozbahiyên serxwebûnê, Rûsya êrişên mezin li dijî wan pêk bîne.
Her wiha lîderên Amerîka û Ewropa jî têkildarî metirsiya li santrala nukleerî ya Zaparojiya axivîn.

Şerê li Ukraynayê ku 24’ê Sibatê destpêkir, nîv saliya xwe temam dike.

Heta niha ji bilî mirina hezaran kesî, bi mîlyonan ji cih û warên xwe bûne.

Di rewşeke wiha de gelê Ukrayna xwe ji bo pîrozkirina salvegera 31’an a serxwebûnê amade dike.

Lê rêveberiya welat bi fikar e ku wê rojê Rûsya êrişên dijwar li dijî wan pêk bîne.

Serokê Ukrayna Zelensky hişyar kir ku roja serxwebûnê, Rûsya xwe ji bo êrişên mezin amade dike.

Di vê navberê de êrişên hêzên Rûs li dijî herêmên deryayê dewam dikin.

Doh derdora Derbenda Odesa bû armnca topxaneyên artêşa Rûsyayê.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygo jî ji destpêka şer ve cara pêşî eşkere kir ku wan 3 caran moşekên Kînzhal li dijî Ukraynayê pêk anîne.

Moşekên Zînhal leza wan 10 qat ji ya deng zêdetir e û tenê ji bo lêdana hedefên girîng tên bikaranîn.

Her wiha, metirsiya şerê li derdora santrala nukleerî ya Zaparojiya di rojeva lîderên Ewropa û Amerîka de ye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz derbarê metirsiya li ser santrala nukleerîya Zaparojiya axivîn.

Li aliyê din Mosko îşaret bi wê yekê kir ku dibe destê Ukrayna di êrişa bombeya li dijî keça Alexander Dugîn heye.

Lê Zelensky ev îdîa red kirin.

Back to top button