Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran pêk anîn, peyameke pîrozbahiyê ji Fermandara Biryargeha NPG’ê re şand û got: “Serketin wê ya şervanên azadiyê be.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî peyamê pîrozbahiyê weşand.
PKK’ê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Xakurkê, Metîna û Zapê û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) pîroz kir.
Peyama Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:
PKK: Gerîla yên Apoyî carak din hêza xwe nîşanî dost û dijmin da
“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di navbera 22-24’ê Kanûnê de li Xakurkê, Metîna û Zapê çalakiyên serketî pêk anîn.
Mîna di salvegera 45’an a partiya me de, di dawiya sala 2023’an a mîladî de jî yek ji derbeyên herî giran li dijminê faşîst-qirker xistiye.
Ev çalakî di şert û mercên zehmet ên zivistanê de pêk hat û derbeya herî giran li faşîstan xist.
Van çalakiyan dewleta Tirk a dagirker-qirker û hêzên li pişt wê qehirand.
Lê moral û kelecaneke mezin jî daye gelê me yên welatparêz û dostên me yên demokratîk.
Hêzeke gelekî mezin tevlî Pêngava Azadiyê ya Cîhanî kir ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dimeşînin.
Bi rastiya ku sîstema mêtinger-qirker hildiweşe, Gerîlayên Fedayî yên Apoyî hêza xwe car din nîşanî dost û dijmin dan.”
PKK: Serketin wê her tim a şervanên azadiyê yên fedayî be
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya peyama xwe de wiha got:
“Serketinên dîrokî yên fermandar û şervanên HPG û YJA Starê ku di van çalakiyên dîrokî de xwedî ked in pîroz dikin.
Şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û hêvî dikin ku ev çalakiyên serketî ku siberoja azad gav bi gav ava dike, dewam bikin.
Bi vê baweriyê em we û hemû hêzên xwe yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi wêrekî li ber xwe didin, bi ruhê hevrêtiya Apoyî silav dikin.
Serketin wê her tim a şervanên azadiyê yên fedayî be.”
Dûran Kalkan: Gerîla temamiya salê derbên giran li artêşa dagirker xistiye