Bane Roz: HDP’ê wê serkeftineke mezin bidest bixe

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê re, piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk jî zêde dibe.
Çalavakanên Silêmaniyê û welatiyên Hewlêrê gotin:
“Wê bi dawîbûna Erdogan re, dawî li zordariya dewleta Tirk ya li herêmê were.”

Ji hilbijartinên serokkomarî û giştî yên Tirkiyeyê re tenê hefteyek ma.

Li Tirkiyeyê xebatên partiyan ên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dikin.

Roj bi roj piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk jî berfireh dibe..

Bi taybet, ji Başûrê Kurdistanê ev piştgirî her roja diçe zêdetir dibe.

Derbarê girîngiya hilbijartinan de çalakvanên Silêmaniyê û welatiyên Hewlêrê axivîn.

Çalakvana bi navê Bane Roz destpêkê piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk anî ziman û got:

“Di salên borî de HDP’ê di hilbijartinan de serkeftinên mezin bidestxist.

Wê îsal jî bi heman awayî serkeftinek mezin bi dest bixe.”

Elî Mewlûd: Hilbijartinên 14’ê Gulanê wê xwedî sûdeke mezin be

Çalakvanê bi navê Elî Mewlud jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman.

Li gorî Elî, hilbijartina niha wê xwedî sudek mezin be.

Welatiyên Hewlêrê: Serkeftina HDP’ê serkeftina demokrasiyê ye

Çalakvan û welatiyên Hewlêrê jî piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anîn ziman..

Çalakvanê parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Haşim tekez kir ku Serkeftina HDP’ê, serkeftina demokrasiyê ye.

Her wiha welatiyek din ê parêzgeha Hewlêrê Hogir Husên derbarê heman mijarê de got:

“HDP li Bakurê Kurdistanê parêzvanê mafê gelê Kurd e.”

Back to top button