Li Efrînê…Ji ber bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin çete kêlên goran xerab dikin

Li Efrîna dagirkirî, ji ber bi Kurdî hatine nivîsandin, dewleta Tirk û çeteyên wê kêlên goran xirab û wêran dikin.

Malpera Afrîn Post ragihand ku li goristana gundê Kusa ya navçeya Raco dewleta Tirk û çeteyên xwe, ji ber bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin, kêla gora helbestvanê Kurd Arif Xelîl Şêxo, xerab kir û şikand.

Hevjîna helbestvanê navborî, diyar kir ku heta mirî ji hovîtiya van devbixwînan nefilitîne û ev yek red kir.

Berî niha jî van çeteyan goristana Şehîd Refîq, Seydo û gora zanayê Kurd Nûrî Dêrsimî jî wêran kiribû.

70 darê zeytûnan li gundê Meydanikê hatin birîn

Li aliyekî din, heman malperê da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê 70 darên zeytûnan ji zeviyê xwedanê wê yê Kurd Mihemed Elî Mihemed li gundê Meydanikê birîne.

Back to top button