Mihemed Neso: Navbera Enqere û Şamê lihevkirinên veşartî hene

Şêniyên Efrînê ji ber topên dewleta Tirk ji xaka xwe koç bûn û bi dorpêça giran ya hikumeta Şamê re rû bi rû man. Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso dorpêça hikumeta Şamê ku li ser Şehbayê ferz kiriye, bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ve girêda. 

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso dorpêça hikumeta Şamê ku li ser herêma Şehbayê ferz kiriye, bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ve girêda.

Eger dewleta Tirk bi top û muşekan êrîşî herêmê dike, hikumeta Şemê bi dorpêça xwe û nehiştina derbasbûna madeyan heman şerî dimeşîne.

Herdu alî vê yekê bi armanca şikandina vîna gelê herêmê û valakirina herêmê pêk tînin.

Mihemed Neso diyar kir ku tevî ku şêniyên Efrînê ji topên dagirkeriya Tirk ji malên xwe koç bûn, lê dîsa ji sûc û kirinên hovane neflitîn û bi dopêçeke giran re rû bi rû man.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê di dawiyê de teqez kir ku lihevkirinên veşartî di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de hene û ev yek bi bûyerên ku vê dawiyê li Qamişlo û Hesekê qewimîn, piştrast kir.

Back to top button