Sûat Yîgît: Gelê Agiriyê wê bersiva pêwîst di 14’ê Gulanê de bide

Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Bazîdê ya girêdayî Agiriyê Sûat Yîgît destnîşan kir,
ku qêrîna serketinê ya li qadên Agiriyê nîşan dide ku ew ê 4 wekîlan li bajêr bi dest bixin.

Partiya Çepên Kesk dixwaze di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Agiriyê her çar wekîlan werbigire.

Derbarê xebatên hilbijartinê de rêveberê HDP’ê ya Navçeya Bazîdê Sûat Yîgit axivî û got:

“Di çarçoveya karên hilbijartinê de her roj serdana navenda bajêr, gund û taxan dikin, şahî û civînên gel lidar dixin.

Partiya Çepên Kesk wê her çar wekîlan bi dest bixe.

Tevî hemû hîle û zextan jî Agirî di vê mijarê de bi biryar e.

Bang li gelê me dikim, dengê xwe ji bo xwe bi kar bînin.

Ji bo serketina di hilbijartinê de emê seferber bibin.”

Ji mitînga li Esenyûrt a Stenbolê peyama azadiyê

Back to top button